TR KU SO
FB X
Cîhan

Bablîsok bû sedema mirina 8 kes û wendabûna 19 kesan

Admin M
Nivîskar
📅 18 hezîran 2023 00:53

PeyamaKurd – Li başûrê Brezîlyayê bablîsok rabû û bû sedema mirina 9 kesan û 19 kes jî wenda bûn. Bablîsok li eyaleta Rio Grande do Sulê de li 40 navçeyan bandora xwe nîşan da, bû sedema çêbûna lehiyê û erdhezê. Bablîsok her weha li welatên Arjantîn û Uruguayê jî bandora xwe nîşan da. Bi sedema bablîsokê karê rizgarkirin û lêgerînê li her sê welatan dewam dike.

Li gor çapemeniya Brezîlyayê; rêvebir ragihandine ku heya niha 3 hezar kes tehliye kirine. Ji ber bablîsok zerarê daye tora elektrîkê, niha 250 hezar kes bê elektrîk mane.

Parve bike: