Cîhan
Bahçelî: Aştî ne teslîmbûn e
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî, di civîna koma partiya xwe ya parlamentoyê de li ser pêvajoya çareseriyê û şerê li Îranê axivî.
Devlet Bahçelî got ku aştî ne teslîmiyet û tawîz e û divê êdî gavên pêwîst bêne avêtin.
Bahçelî wiha got: "Di vê mijarê de em ti xemsarî û qelsiyê qebûl nakin. Pêdivî bi wext qezenckirinê nîne. Em dibêjin aştî ne teslîmiyet e, ne jî tawîz e. Aştî hevsengiyek e ku rûmeta milet û hêza dewletê diparêze."
Bahçelî li ser şerê Îranê yê ku di roja 39an de ye jî got, "Trump û Netanyahu bi zorê hewl didin serdestiya xwe ava bikin lê ev yek nameşe. Wan şaşiyeke wiha kirine ku qerebûkirina wê zehmet e. Em dibînin ku ew bi biryardarî van şaşiyên xwe didomînin."