TR KU SO
FB X
Cîhan

Bahçelî: Ez tim silvan ji Demirtaş re dişînim

Admin H
Nivîskar
📅 05 tebax 2026 12:18

PeyamaKurd - Serokê Partiya Neteweperest a Tirkiyê (MHP) Devlet Bahçelî ku pêşniyar yasaya çarçoveyê îmze kiriye û biryar e îro pêşkeşî Parlamentoya Tirkiyê bê kirin, daxuyanî da.

Bahçelî, projeyasa wekî pêngaveke dîrokî ya biratiya Kurd û Tirkan bi nav kir û got, “Yasaya çarçoveyê ser xêrê be. Bi vê îmzeyê re biratiya me ya hezar salî hatiye teyîtkirin. Tirk, Kurd, nasname û zimanê wan çi dibe bila be, her kesî qezenc kir. 86 milyon welatiyên me û Rojhilata Navîn bi ser ket. Herwiha pêngava yekem a xerakirina projeyên gerdunî hate avêtin. Ev projeya dewletê ye. Em ê bihevre bişopînin.”

Bahçelî herwiha cardin behsa mafê hêviyê ji bo Abdullah Ocalan kir û ji bo Selahattin Demirtaş got, tevî ku serdana wî nekiriye jî bi rêkûpêkî bi rêya parêzeran silavan jê re dişine û ew jî bersiva wî dide.

Herwiha Bahçelî diyar kir ku di navbera wî û Demirtaş’de hiqûqeke baş heye.

Parve bike: