Cîhan
Bahozê toz li bajarên Kurdan barand!
PeyamaKurd- Bahoza ku ji Bakurê Sûriyê hat, li Tirkiyê li bajarên Kurdan yên bi navê Amed, Mêrdîn û Şernexê her der kir toz û telaz.
Van rojên dawî li Sûriyê li bajarê Til Hemîsê ba û bahoz rabû. Bahoz bi qasî 10 metreyan bilind bû. Bahozê bandora xwe li bajarên Şernex, Amed û Mêrdînê jî kir. Li gelek deran mesafeya dîtinê heta sifir metreyê ket. Van sê rojên dawî li van herêman kes nikare ji ber bahozê ji mala xwe derkeve.