TR KU SO
FB X
Cîhan

Bahreyn bi Kanadayê re têkiliyên xwe birî

Admin M
Nivîskar
📅 06 tebax 2018 20:14

PeyamaKurd- Krîza di navbera Erebistana Si’ûdî û Kanadayê çiqas diçe kûr dibe. Wezîrê karên derve yê Bahreynê ragihand ku bi sedema Kanada têkilî karên hundir yê Erebistanê dibe, bi Kanada re temamê têkiliyên xwe yên dîplomatîk biriye. Erebistan çi pêngavên dîplomatîk bavêje, wê Bahreyn pirtgiriya Erebistanê bike.

Di şiroveya wezaretê de dibêje ku Kanada bi agahiyên şaş dixwaze ku aktîvîstên li Erebistanê hatine girtin bên berdan lê dê ev daxwaz qet nê qebûlkirin. Di beyanê de Bahreyn ragihand ku bo aramî û seqamgiriya herêmê, wê Bahreyn her dem piştgiriya Erebistanê bike.

Erebistana Si’ûdî jî îro bi sedema ku Kanada têkilî karên hundir yê Erebistanê dibe, temamê têkiliyên xwe yên dîplomatîk û bazirganî birî.

Parve bike: