Cîhan
Bahreynê 41 kesên bi Îranê re têkildar xist bin çav
PeyamaKurd – Wezareta karên nav xwe ya Bahreynê ragihand ku bi artêşa Îranê re têkildar 41 kesan xistiye bin çav. Niha îfadên wan distînin lê hat ragihandin ku weka rêxistinekî tevgeriyane û lewra di bin çav de ne.
Wezaretê ragihandina xwe di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de kir û got:
“Dozgerî bi sedema têkiliyên wan bi îstîxbarata derve re heye, destekê dane tewrê êrîşkarane yê Îranê, aşkera bûne. Têkiliya wan 41 kesan bi artêşa Îranê bi beşa Welayet-i Faqih re heye.”