TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafira bi 2 motoran ket û pîlotê wê mir

Admin M
Nivîskar
📅 09 berfanbar 2018 17:23

PeyamaKurd- Li eyaleta Tazmanyayê ya bi ser welatê Awûstralyayê ve, do êvarê balafira xwedî du motor ji radarê wenda bû ket. Pîlotê balafirê mir.

Polîsê eyaleta Tazmanyayê ragihand ku balafir bo rêwiyan hilgire ji balafirgehê rabûye da ji bajarê Melaleuca yê rêwiyan hilgire lê xwe negihandiye deverê û ketiye. Sedema ketina balafirê diyar nîne.

Mufettîşê Polîsan yê Tazmanyayê Dave Wiss ragihand ku şertên arazî gelek zahmetin û weha dewam kir:

“ Arazî dîk û talûkeye. Em dikarin tenê lêkolîneran, wezîfedarên edlî û tîmên lêgerînê deynin ciyê bûyerê.”

Parve bike: