Balafira bi elektrîkê hat ceribandin
PeyamaKurd- Şîrketa Sloven ya bi navê Pipistrelê, balafira bi navê Alpha Electro G2 ya bi elektrîkê dixebite çêkir û ceribandina xwe li Norweçê kir.
Wezîrê karê Gihandinê yê Norweçê Ketil Solvik-Olsen li ser kursiyê pîlot rûnişt û çend deqe li esmanê Osloyê li ser balafirgeha Osloyê firiya û bi awayeka bi ewle balafirê danî. Serokê şîrketa Avinorê ku çend balafirgehan birêve dibe, Dag Falk-Petersen jî bi wezîr Solvik-Olsen re hevaltî kir.
Solvik-Olsen got ku balafirên bi elektrîkê bixebitin, eger xizmeta bazirganî bikin pir başe û dibe di nava çend salan de, mirov karibe bike.
Li gor şîrketa Pipistrelê du kursiyên Alpha Electro G2 hene û motora wê 50 kilovate û 21 kîlowat batarya wê heye. Bi vê taybetmendiyê balafir dikare 1 sietekî li hewa bimîne. Tê gotin ku li Norweçê gelek girav û fiyord hene û bo balafirên bi elektrîkê ku rêwiyan bibin û bînin gelek baş e.
Rêvebirên Norweçê kirine hedefa xwe ku di sala 2025an de dest bi seferên xwe yên balafiran yên bi elektrîkê bikin.