TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafira Fransayê ket û pîlot can da

Admin M
Nivîskar
📅 17 tebax 2024 03:04

PeyamaKurd – Li Fransayê li başûrê wê, di wexta xwepêşandana hewayî ya balafiran de, balafira jet ya Fouga Magister ket Derya Sipî û pîlot jiyana xwe ji dest da. Balafira Fouga Magister ciyê 2 kesan tê de heye û ya ku ketiye ya perwerdê ye.

Xwepêşandan, li başûrê welatê Fransayê li bajarê Lavandouyê bi sedema 80em salvegera ‘Derketina Normandiya’yê dihat kirin.

Balafira Fouga Magisterê xwediya 2 motoraye û rêvebirekî Fransayê ragihandiye ku cesedê pîlot dîne.

Li ser qezayê, xwepêşandan hat betalkirin û li ser ketina balafirê lêpirsîn destpêkir.

Parve bike: