TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafira ku 72 rêwî tê de bûn ket

Admin H
Nivîskar
📅 15 rêbendan 2023 15:29

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku balafireke rêwiyan a welatê Nepalê dema sefera navbera bajarên Katmandu-Pokharayê dikir, kete xwar.

Li gorî ragihandina ajansa AFPê di balafirê de 68 rêwî û 4 muretebat hebûn û heta niha hejmarek termên rêwiyan ji nav kavilên balafira ketî hatine derxistin.

Di dîmenên ser medya civakî hatine parvekirin de, tê xuyakirin ku balafir li nêzîkî niştîngehê ketiye û hîn nayê zanîn bi kes ji wê qezayê rizgar bûye yan na.

Parve bike: