TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafira ku li Idlibê hatiye xistin ya kîjan hêzê ye?

Admin H
Nivîskar
📅 01 adar 2020 18:01

PeyamaKurd -  Li gorî zanyariyên dawî ji herêma Idlibê, şer û pevçûnên tund di navbera hêzên rejîmê û komên çekdarên girêdayî Tirkiyê de berdewam dikin û hat îdiakirin ku balafireke Sûriyê li herêma Idlibê hatiye xistin.

Li gorî Ajansa Anadol a fermî ya Tirkiyê komên çekdar balafireke Sûriyê xistine xwar. 

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) jî da xuyakirin, balafireke cureya Sukhoi-24 a Rûsî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatiye xistin.

Ji aliyekî din ve, artêşa Sûriyê jî ragihand ku wan li Idlibê balafirekî bê pîlot xistiye xwarê û her balafirekê li asmanê wê navçeyê bibînin, dê miameleya dijmin li gel bikin.

Nûçeya AAyê ya xistina balafira rejîma Sûriyê jî hîn nehatiye piştrastkirin, lê belê di dimênên ku ji aliyê komên çekdar ve hatine parvekirin de balafireke ku dikeve xwar xuya dike.

Li gorî zanyariyên li ser medya civakî belav bûne balafira hatiye xistin, balafireke bêmirov a Tirk e ku wekî xistina balafira rejîma Sûriyê tê belavkirin.

Fermandariya Giştî ya Artêşa rejîma Sûriyê jî ragihand ku qada asmanî ya Idlibê ji firînên derve re bi temamî hatiye girtin û li ezmanan her çi bifire wê bibin armanca hêzên wan.

Parve bike: