Cîhan
Balafira leskerî ya Rûsyayê li Behra Spî winda bû!
PeyamaKurd- Balafireke leşkerî ya tîpê İl-20 ya Rûsyayê li ser Behra Spî ji radarê derket. Balafir di dema ku 4 balafirên şêrr yên F-16an li ser Lazkiyê bombebaran dikirin, winda bû.
Di derbarê bûyerê de Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Balafireke leşkerî ya tîpê İl-20 ya Rûsyayê li ser Behra Spî ji radarê derket. Balafir vedigeriya Baregeha Mumeymîmê û tê de 14 leşker hebûn.”
Aqîbeta leşkerên Rûsyayê heta niha nayê zanîn.
Erkdarekî Amerîkayê jî di derbarê bûyerê de daxuyaniyek da û got ku dibe ku Sîstema Parastina Hewayî ya Sûriyê, balafir daxistibe.