Balafira NATO yê ya AWACS ê hat danasîn
PeyamaKurd- Bo nûjenkirina balafirên keşfê û hişyariya lezgîn yên NATO yê, NATO bi şîrketa Boeing International ê re bi 1 mîlyar dolarî peymanekî îmzekir. Bi îmzayê re balafirên Awacksê jî dan naskirin. Peyman li Brukselê li balafirgeha leşkerî ya Metsboergê bi merasim hat îmzekirin.
Di îmzakirina peymanê de sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg û serokê şirkta balafirên Boeing International ê Michael Arthur hebûn. Stoltenberg, di mijara balafirên Awacksan de weha got:
“Peymana me ya bi Boeingê re ya bi 1 mîlyar dolarî, wê filoya me ya AWACKSan nûjen bike û bike ku heya sala 2035an xizmetê bide. AWACKSên NATO yên bi deh salane ku çavên me yên li hewayê ne. AWACKS ê NATO yê piştî êrîşên 11 ê êlûnê li Amerîkayê, di peyde li Afxanistanê û niha di têkoşîna li djî DEAŞê di koalisyona navdewletî de xwe nîşan dane.”