TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafira Rûsî ya bombardimanê ket

Admin H
Nivîskar
📅 22 rêbendan 2019 21:53

PeyamaKurd - Wezareta Bergiriya Rûsyayê ragihand ku li herêma Murmansk balafireke leşkerî ya bombardimanê bi cureya Tu-22M3 ketiye.

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin ku balafira bombardimanê ya Tu-22M3 tema firîneke plankirî ji ber firtoneya berfê neçarî daketineke tund bûye û ketiye.

Wezaretê ragihand ku ji 4 kesên nava balafirê 2yan jiyana xwe ji dest dane û 2 jî birînên wan xedar in ku ew bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.

Parve bike: