TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafira Rûsya ket:32 mirî

Admin M
Nivîskar
📅 06 adar 2018 22:11

Wezareta karê bergiriyê ya Rûsyayê ragihand ku li Sûriyê, balafira Rûsyayê ket û di encamê de 32 kes mirin. Li gor ragihandina wezaretê, balafir ya kargoyê ye û An-26 e.

Li gor ragihandina wezaretê; balafir berya bigihê pîstê bi 500 metre, dikeve jêr û kesên di balafirê de kes ji wan rizgar nabe. Balafir di dema ku xwest deyne balafirgeha Hmeymimê ya nêzî bajarê Lazkiyê, ket.

Di balafirê de 26 rêwî û 6 xebatkarên balafirê hebûne. Li gor rapora ewilî ya balafirê, sedema ketina wê teknîkî ye.

Parve bike: