Cîhan
Balafiran li armancên terorîstan xist: 30 kustî
PeyamaKurd - Balafirên cengî yên Iraqê li Sûriyê êrîş birin ser armancên DAIŞê û hat ragihandin ku herî kêm 30 terorîst hatine kuştin.
Fermandariya hevbeş a Iraqê ragihand ku di encama êrîşên esmanî yên li gundê Susê yê bajaroka Hecîn a Dêrazorê de, armancên DAIŞê hatine bombebaran kirin û di encama wê êrîşê de jî herî kêm 30 terorîst hatine kuştin.
Bajaroka Hecînê hefteya borî bi piştevaniya hevpeymaniya navdewletî ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ve ji destê DAIŞê hatibû rizgarkirin û hîn operasyonên li ser şaneyên DAIŞê berdewam dikin.