TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafireka Yûnan li Behra Egeyê ket

Admin M
Nivîskar
📅 12 nîsan 2018 19:42

PeyamaKurd- Li Behra Egeyê balfireka şerî ya Yûnanistanê ket. Çapemeniya Yûnanistanê ragihand ku balafira Mig-2000-5 nêzî girava Îskîriyê ketiye.

Çapemeniya Yûnan ragihand ku balafireka hêzên hewayî ya Yûnanê li Behra Egeyê ketiye. Siet di 12.15an de pêwendî bi balafira şer re hatiye birîn û di derbarê sedema ketina balafirê de agahiyek nehatiye dayîn.

Ji pîlotê balafirê ti agahiyek nehatiye sitendin. Girava balafir lê ketiye ya Îskîriyê ji sînorê behrê yê Tirkiyê 10 km dûre û ciyê ku balafir lê ketiye 15 km li rojhilatê bakûrê giravê ye.

Parve bike: