TR KU SO
FB X
Cîhan

Balafirên Amerîkayê di ser baregehên Çînê de firiyan

Admin M
Nivîskar
📅 28 nîsan 2018 21:16

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku balafirên bombardimanê yên Amerîkayê B-52 li ser Behra Çînê perwerde ya xwe  kirine û di ser Girava Spratlyê ya ku baregeha fuzeyên Çîniyane de firiyane.

Li gor agahiya CNN International’ê hêzên hewayî yên Amerîkayê bi balafirên B-52 yên bombardimanê li ser Behra Başûrê Çînê perwerdeya xwe kirine.

Amerîka berê di derbarê girava Spratlyê de ku Çînê baregehên xwe yên leşkerî tê de ava kiriye, endîşeyên xwe anîbû ziman ku Çîn herêmê dike sehayeka  leşkerî.

Berpirsên leşkerî yên Amerîkayê agahî dan televizyona CNN ê ku du heb jetên Amerîka di ser limana Çînê ya leşkerî de yanî di ser girava Spratly de derbas bûne.

Lê Çîn heya niha ti bertekek nîşan nedaye.

Parve bike: