Balafirên bombebaranê yên Amerîkî B-52 li asmanê Îranê ne
PeyamaKurd - Pisporên leşkerî diyar dikin ku destpêkirina firînên balafirên bombebaranê yên B-52 yên Amerîkayê li ser qada hewayî ya Îranê nîşana guhertineke stratejîk û operasyonel a mezin e.
Li gorî analîza Fox Newsê, ev yek nîşan dide ku piştî çend hefteyan bombebarana dijwar, pergalên parastina asmanî yên Îranê bi giranî qels bûne û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) gav bi gav serdestiya hewayî li herêmê ava dike.
Balafirên B-52 ku dikarin heta 32 ton teqemenî, bombeyên rêberkirî û fuzeyên krûz hilgirin, bi şiyana xwe ya manevrayên demdirêj li ser qada şer tên nasîn. Analîstê leşkerî Mark Gunzinger destnîşan dike ku ev balafir rê didin artêşa Amerîkayê ku di yek mîsyonê de li gelek hedefên cuda û mobîl bixe. Her çend ev balafir ji ber leza xwe ya kêm û mezinahiya xwe li hember parastina asmanî hesas bin jî, firîna wan a niha ya li ser Îranê tê wê wateyê ku Washington êdî xetereya berevaniya Îranê wekî asteng nabîne.
Ev geşedan wekî qonaxeke nû ya şer tê nirxandin ku dişibe stratejiyên Amerîkayê yên di dema dagirkirina Iraq û Afganistanê de. Hebûna B-52yan li asmanê Îranê îmkanê dide DYAyê ku li şûna êrîşên ji dûr ve yên pêşwext plankirî, êrîşên rasterast, tundtir û nermtir li ser binesaziya leşkerî ya Îranê pêk bîne.
Li gorî çavdêran, ev rewş nîşan dide ku artêşa Amerîkayê êdî dikare bi azadî di qada hewayî ya Îranê de tevbigere û zexteke bêhempa li ser Tehranê ava bike.