Cîhan
Balafirên Fransayê operasyon kirin ser DEAS ê
PeyamaKurd- Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku balafirên şer yên Fransayê li Sûriyê li herêma Hajînê operasyon kirine ser DEAŞ ê. Ragihandina CENTCOM ê li gor daxuyaniya wezareta bergiriyê ya Fransayê hat kirin.
Di operasyonê de avahiyeka ku berê nexweşxane bû lê DEAŞ ê bo xwe kiribû baregeh hat îmhakirin. Balafir hem li çeperên DEAŞ ê xistin û ragihandin ku heya DEAŞ hebe wê operasyonên wan dewam bikin.