Cîhan
Balafirên Rûsyayê tixûbê Afganîstanê bombebaran kirin!
PeyamaKurd- Erkdarên Afganîstanê ragihandin ku balafirên şêrr yên Rûsya an jî Tacîkîstanê li ser tixûbê Afganîstanê êrîşeke hewayî pêk anîne.
Hat ragihandin ku piştî ku 2 wezîfedarên Tacîk ji aliyê Talîbanê ve hatin kuştin, li Takharê ev êrîşên hewayî pêk hatin. Di encama vê bûyerê de 8 çekdarên Talîbanê hatin kuştin.
Piştî ku di salên 90an de vegirtina Rûsyayê li ser Afganîstanê bi dawî bû, Talîbanê li Afganîstanê qontrol xiste destên xwe. Van deman jî di navbera Rêvebiriya Kabîlê û rêxistina Talîbanê de muzakere dewam dikin.