Cîhan
Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê hemû geştên bo Îranê rawestandin
PeyamaKurd - Rêveberiya Balafirgeha Navneteweyî ya Necefê ragihand ku hemû geştên esmanî yên di navbera Necefê û Îranê de hatine rawestandin.
Ev biryar ku îro Înê, 25ê Îlona 2026ê, saet di 02:00 de ket meriyetê, li ser talîmatên fermî û ji ber cezayên Amerîkayê yên li ser Îranê hatiye girtin.
Tevî ku tenê rojek berê geştên Îranê bi awayekî rêkupek diçûn û dihatin, bi rêkarên nû re ev geşt heta demekê nayê zanîn hatin sekinandin, lê hat diyarkirin ku geştên bo welatên din bê navber didomin.