Balyozê DYA: Angasta ku wê YPG hêrisî Tirkiyeyê bike bê bingeh e
PeyamaKurd - Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Enqereyê Jeff Flake li Balyozxaneya DYAyê ya li Enqereyê bi rojnamegeran re hat bal hev û bersiva pirsên wan da.
Balyozê DYAyê Flake li ser zêdekirina leşker a li nêzîkî sînorên Tirkiyeyê ya li Yewnanîstanê axivî.
Flake angaştên ku ‘Yewnanistan vê hewlê ji bo hêrişkirina Tirkiyê dide’ red kir û bertek şanî angaşta ku ‘DYA, li Sûriyeyê YPGê amade dike ku hêrişî Tirkiyê bike’ da.
Li ser pirsa rojnamegeran a angaşta ku “DYA Yekîneyên Parastina Gel (YPG) amade dike ku hêrişî Tirkiyeyê bike” da jî got: "Min jî van angaştan bihîstin, lê belê ji ber ku ev angaşt bê bingeh in, ez ê baweriyê bi wan nekim.”
"Tirkiye dikare bi komên ku em nikarin pê re biaxivin re biaxive"
Flake di domîna axaftina xwe de balê kêşa ser bandora Tirkiyê ya li herêmê û got: “Tirkiye dikare bi komên ku em nikarin bi wan re li ser rewşa Xezzeyê biaxivin re biaxive. Em hevpeyivîn û hevkarên xwe yên li vir teşwîq dikin ku ji bo kêmkirina tengijîna herêmê ku ji destê wan tê hewl bidin."
Flake, balê kêşa ser pêwendiyên DYA û Îsraîlê û destnîşan kir ku ew ji bo pirsgirêka Filistînê, piştgirîya çareseriya dudewletî dikin û di vê mijarê de bi Îsraîlê re bi nakok in.
Flake li ser pirsa “DYA pêvajoya normalîzekirina pêwendiyên Sûriye û Tirkiyeyê çawa dinirxîne?” got: "DYA pêwendiyên xwe bi Sûriyeyê re normalîze nake. DYA, li gor biryara 2254 ya Encûmena Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) tevdigere.