TR KU SO
FB X
Cîhan

Balyozê Tirkiye yê Iraqê: Wê Erdogan serdana Iraqê bike

Admin H
Nivîskar
📅 05 îlon 2021 14:25

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wê serdana Bexdayê bike û ligel berpirsên Iraqê bicive.

Ofîsa Şêwirmendê Asayîşa Neteweyî ya Iraqê Qasim Erecî eşkere kir, ew ligel Balyozê Tirkiyê li Bexdayê Ali Riza Guney civiya ye û wan di civînê de rûdanên siyasî û emnî yên li herêmê hatine gotûbêjkirin û tekezî li ser bihêzkirina peywendiyên Enqerê û Bexdayê hatiye kirin.

Hat gotin ku Qasm Erecî di civînê de bi pêwîstî zaniye ku Tirkiye rewşa bêaviya Iraqê fam bike û beşa ava Iraqê ji çemên Dîcle û Firatê berde.

Balyozê Tirkiyê Alî Riza Guney di hevdîtinê de eşkere kiriye Recep Tayyip Erdogan bi niyaze serdana Iraqê bike, lê belê dema serdanê nehatiye eşkerekirin.

Parve bike: