TR KU SO
FB X
Cîhan

Balyozxaneya Îranê ya Tirkiyeyê derbarê Peymana Mekeyê de daxuyanî da

Admin H
Nivîskar
📅 11 tebax 2026 12:44

PeyamaKurd - Balyozxaneya Îranê ya li Tirkiyeyê derbarê peymana parastinê ya di navbera Tirkiye, Pakistan û Erebistana Siûdî de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku tu sedem nîne ku bifikirin ku ev peyman li dijî Îranê ye. Beriya niha li dijî vê peymanê di medya Îranê de bertekên tund hatibûn nîşandan.

Di daxuyaniya balyozxaneyê de hat destnîşankirin ku peywendiyên olî, dîrokî û şaristaniyê yên Îranê yên bi van her sê welatan re gelek kûr in.

Her wiha hat diyar kirin ku dostaniya di navbera gelên Îran, Pakistan û Tirkiyeyê de xwedî paşxaneyeke kûr e û peywendiyên wan ên çandî pir zelal in.

Li gorî daxuyaniya Balyozxaneyê, ev gav nîşana wê yekê ye ku welatên herêmê êdî baweriya xwe bi îdîayên DYA û aliyên ji derveyî herêmê yên bo dabînkirina ewlehiyê nayînin.

Parve bike: