TR KU SO
FB X
Cîhan

Baqir Qalibaf: Em ji bo peymaneke rastîn amade ne

Admin H
Nivîskar
📅 11 nîsan 2026 08:43

PeyamaKurd - Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalibaf beriya destpêkirina danûstandinên fermî yên li gel Amerîkayê ragihand, ew baweriya xwe bi Washingtonê nayînin û ezmûnên wan ên berê bi şikestin û "sozşikandinê" tije ne.

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalibaf sibeha îro Şemiyê, 11ê Nîsana 2026an, li Îslamabada paytextê Pakistanê daxuyaniyek da medya fermî ya welatê xwe. Qalibaf diyar kir, her çend Îran bi "nîyeteke pak" hatibe ser maseya danûstandinan, lê baweriya wan bi aliyê Amerîkî nîne.

Qalibaf bal kişand ser dîroka peywendiyên her du welatan û got: "Ezmûnên me yên berê di danûstandinên li gel Amerîkiyan de her gav bi şikestin û binpêkirina peymanan bi dawî bûne. Me di şer de selmand ku em amade ne; niha jî heke Amerîka bixwaze danûstandinan bo xapandinê bikar bîne, dê hewildanên wan bêyî encam bin. Lê heke Washington ji bo peymaneke rastîn amade be û mafên gelê Îranê bide, em jî ji bo wê amade ne."

Biryar e îro şemiyê danûstandinên fermî di navbera Washington û Tehranê de li Îslamabadê dest pê bikin. Ev pêngava dîplomatîk piştî agirbesta roja Çarşemê tê, ku dawî li şerê 40 rojî anî ku di 28ê Sibatê de dest pê kiribû.

Şandeyên her du welatan:

Di van hevdîtinan de şandeyên astbilind beşdar dibin:

Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance, Nûnerê Taybet Steve Witkoff û Jared Kushner.

Serokê Parlamentoyê Mihemed Baqir Qalibaf, Wezîrê Derve Ebbas Araghçî, Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlehiya Neteweyî Elî Ekber Ehmedîyan û Parêzgarê Banka Navendî Ebdulnasir Himmetî.

Parve bike: