TR KU SO
FB X
Cîhan

Baran li her derê bû lehî û jiyana Ankarayiyan xist xeterê

Admin M
Nivîskar
📅 12 hezîran 2022 02:28

PeyamaKurd – Îro 11 ê hezîranê ye û tevî destpêka havînêye, li payîtexta Tirkiyê li Ankarayê barana zêde bariya û li her derê lehî rabû. Bi lehiyê re gelek kes li ber avê çûn û erebe di nav avê de man û nema karibûn tevbigerin. Her hemwelatiyekî ket tengasiyê telefona tîmên AFAD ê dikirin û AFAD diçû hawara wan.

Cîgirê wezîrê karên hundir yê Tirkiyê İsmail Çataklı ragihand ku li navça Altındağê ajotvanekî serwîsê ketiye ber pêlên lehiyê û jiyana xwe ji dest daye. Hemwelatiyekî jî ji ber ketibû ber pêlên lehiyê, niha wendaye û tîmên AFAD ê lê digerin.

Heya niha telefonên giliyan yên ku hatine kirin ji bo 112 ê jimara wan gihaye 2.217 an. Ji bo hemwelatiyê wendayê ji AFAD ê 21 kes û ji JÖAK ê 23 kes çûne ciyê bûyerê.

Parve bike: