TR KU SO
FB X
Cîhan

Baregeha leskerî ya Amerîkayê ya Dedeaxacê car din avakirin

Admin M
Nivîskar
📅 27 tebax 2022 02:35

PeyamaKurd – Baregeha leşkerî ya Amerîkayê ya li Yûnanistanê ya bi navê Dedeaxacê, car din ji bo bikaranînê hat amadekirin. Eger Dedeaxac jî bi temamî bixebite, jimara baregehên Amerîkayî yên leşkerî li Yûnanistanê digihê 5 baregehan û bi temamî rojavayê Tirkiyê bi hêzên Amerîkayê tê dorpêçkirin. Hinek ji wan baregehan yên NATO ne. Ragihandina madekirina balafirgeha Dedeaxcê ji aliyê medya Yûnanistanê de hat ragihandin.

Baregeha Dedeaxacê ji sînorê Tirkiyê 45 km dûr e. Medya Yûnanistanê her weha got ku Tirkiyê ji avakirina baregeha leşkerî aciz e. Wê leşkerên Amerîkayê li baregehê bimînin.

Parve bike: