Barrack: Divê hemû hêzên çekdar di bin yek fermandariyê de werin komkirin
PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Iraqê Tom Barrack, piştî bidawîbûna erka leşkerî ya Hevpeymaniyê daxuyaniyek da û diyar kir ku Serokê Amerîkayê Donald Trump pêvajoya vegerandina leşkerên Amerîkî bi dawî kiriye.
Barrack li ser hesabê xwe yê Xê destnîşan kir ku ev gav ne bi wateya pişta xwe dide wan e, lê belê hevsengiyeke stratejîk e ku di navbera berjewendiyên Bexda, Hewlêr û herêmê de hatiye avakirin.
Barrack anî ziman ku ji ber fedakariyên leşkerên Amerîkî û Iraqî yên bi salan, Iraq êdî dikare bi tena serê xwe li ser pêyên xwe bisekine û got: "Amerîka wekî garnîzonê li vir namîne, lê wekî dost dimîne."
Her wiha Tom Barrack da xuyakirin ku niha ji bo Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî û gelê Iraqê derfeteke nû derketiye holê ku divê hemû hêzên çekdar di bin yek fermandariyê de werin komkirin û spasiya Serok Trump kir.