Barrack: Tevlîbûna HSDê bo dewleta Sûriyeyê geşedaneke dîrokî ye
PeyamaKurd - Balyozê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê Enqereyê Tom Barrack, betalkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û tevlîbûna wan a di nav saziyên fermî yên dewleta Sûriyeyê de wekî geşedaneke "bêguman dîrokî" bi nav kir û diyar kir ku ev gav rê li ber Sûriyeyeke yekgirtî vedike.
Barrack di peyameke ser torên civakî de pesnê polîtîkayên Serokê DYAyê Donald Trump da û got: "Plana Serokê DYA'yê Donald Trump a ji bo Rojhilata Navîn, derfetê dide hevkarekî bihêz ku di çarçoveyeke neteweyî de tevlî bibe û bi vê yekê Sûriyeyeke yekgirtî ji bo hemûyan ava bibe.
" Wî tekez kir ku ev entegrasyona birêkûpêk dikare cudahiyên berê veguherîne hevalbendiyeke mayînde.
Zimanê Kurdî û rola Mazlûm Ebdî û Îlham Ehmed
Nûnerê Amerîkî bal kişand ser naskirina zimanê Kurdî di perwerdeyê de ku yek ji daxwazên sereke yên Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bû.
Barrack her wiha ragihand ku di nav hikûmeta Sûriyeyê de wê "rolên girîng" bidin Mazlûm Ebdî û berpirsa bilind a Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed daku keda wan û qurbaniyên hêzên Kurdî di aramiya herêmê de bê naskirin.
Dîplomatê Amerîkî peyama xwe bi slogana "Yek Artêş, Yek Hikûmet, Yek Dewlet" bi dawî kir.
Dîsa jî, tevlî axavtinên Barrack ên li ser rola Ebdî û Ehmed, rêveberiya Şamê heta niha bi fermî tayînkirina wan ji bo postên hikûmetê piştrast nekiriye.