TR KU SO
FB X
Cîhan

Barrack: Ti kesî nedifikirî ku HSD tevlî artêşê bibe, lê pêk hat

Admin H
Nivîskar
📅 20 cotmeh 2026 14:30

PeyamaKurd - Balyozê Amerîkayê û Nûnerê Taybet ê Karûbarên Sûriye û Iraqê Tom Barrack di Foruma Ewlehiya Cîhanî ya li Dohayê de derbarê rewşa nû ya Sûriyeyê û rola HSDyê de daxuyaniyên girîng dan.

Barrack bal kişand ser entegrasyona hêzên Kurdî û got: "Ti kesî nedifikirî ku HSD, ev saziya Kurdî, bikaribe li nava artêşeke neteweyî vegere û bibe yek, lê ev tişt pêk hat."

Her wiha destnîşan kir ku Serok el-Şara di bin şert û mercên giran de xebatek baş kiriye û nîşan daye ku astengiyek li hember normalîzebûnê nîne.

Barrack derbarê liv û tevgerên leşkerî yên Îsraîlê yên li Sûriyeyê tekez kir ku divê ev êrîş bên rawestandin û xwest ku DYA rola xwe ya dedtwerdanê bi bandortir bi kar bîne.

Barrack got ku pêwîst e Washington helwest û sînorên xwe di diyarkirina siyaseta herêmê de zelaltir bike

Parve bike: