TR KU SO
FB X
Cîhan

Basaxa: “Esed û Hafter bazirganiya maddeyên hisbir dikin”

Admin M
Nivîskar
📅 06 gulan 2020 04:37

PeyamaKurd- Wezîrê karên hundir yê Lîbyayê Fethî Başaxa ragihand ku rejîma Sûriyê û komîsyona Hafter bi hevre bazirganiya maddeyên hişbir dikin. Başaxa di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihandiye ku di meha borî de, li bajarê Misrê li lîmana Port Saidê, di keştiya bi navê EGY CROWN de, bo bişînin Bîngaziyê, di nava qutiyên şîr de, 4 ton maddeyên hişbir hatibû girtin.

Wezîr Başaxa gotiye ku qutiyên şîr, aîdê karsazekî nêzî rejîma Sûriyê bû ku navê wî di nav lîste ya dorpêça Amerîka û Yekîtiya Awrûpayê ya bo ser Sûriyê de heye. Başaxa ragihand ku demekî dirêje komîsyona Hafter ya geşepêdanê bi rejîma Beşer Esed re hevkariyê dike û dixebite ku di ser Lîbya de, korîdoreka hewayî û deryayî veke û di rêya nerewa de pere an berjewendiyên aborî bidest bixe.

Başaxa got ku dezge û rêxistinên kontrol û narkotîk yên navdewletî, haya wan ji rejîma Sûriyê heye ku di ser rojhilatê Lîbyayê de, di lîmanan de, bi hêzên Hafter re bi rêya nerewa aboriya xwe fînanse dikin. Hukumeta Lîbyayê û İnterpol di vê mijarê de hevkarê hevin û bangî NH kir ku civaka navdewletî bi wan re hevkariyê bike. Eger nekevin nav tevgerê, wê rêxistina terorî vî karî bo xwe bike daîmî.

Li gor nûçeyên herêmê; keştiya Sûriyê ya ku ji bajarê Sûriyê ji Lazkiyê birêketibû da here Bîngaziya Lîbyayê, di sala 2018an de, li Gîrîtê ji aliyê Yûnansitanê de hatibû rawestandin û tê de bi bihayê 113 mîyon dolarî hebên hişbir hatibûn girtin. Li pey wê bûyera keştiyê, hatibû ragihandin ku hebên di keştiyê de yên karsazekî nêzî rejîma Sûriyê ye û hem nêzî general Hafter e.

NH jî di meha yekê ya 2020an de, di rapora xwe de gotibû ku li bajarê Bîngaziya di bin destê general Hafter de, kiryarên nerewa hene û gotibû li herêma Bîngaziyê karê bazirganiya sîlih û maddeyên hişbir gelek zêde bûye.

Parve bike: