Bekayî: Dorpêçkirina benderan binpêkirina Peymana Neteweyên Yekbûyî ye
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî dorpêçkirina benderên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve wekî neqanûnî û sûc bi nav kir.
Di daxuyaniyekê de ku roja Yekşemê, 19ê Nîsana 2026an, bi rêya platforma X (berê Twitter) hat dayîn, Berdevk Îsmaîl Bekayî got, "Dorpêçkirina bender an peravên Îranê ji aliyê Amerîkayê ve ne tenê binpêkirina agirbestê ye, lê di heman demê de kiryarek neqanûnî û sûc e."
Îsmaîl Bekayî got, "Ev kiryara Amerîkayê binpêkirina madeya 2(4) a Peymana Neteweyên Yekbûyî ye," û wiha lê zêde kir:
"Li gorî madeya 3(c) ya biryara Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 1974an, ev kiryar wekî 'êrîşkariyek' tê hesibandin ku bi eşkereyî dorpêçkirina bender an peravên dewletekê di nav van kiryaran de vedihewîne."
Wî herwiha destnîşan kir ku cezakirina kolektîf a bi zanebûn a gelê Îranê dê sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê pêk bîne.
Donald Trump biryar dabû ku heta 13ê Nîsana 2026an hemû keştîyên Îranê dorpêç bike.