Cîhan
Belçika ruxseta du sîrketên xwe betal kir
PeyamaKurd- Dadgeha bilind ya Belçîkayê rûxsata du şîrketan ya firotina sîlihan bo Erebistana Si’ûdiyê betal kir. Li gor ragihandina medya Belçîkayê sedema betalkirin rûxsetên şîrketan yên bi navên FN Herstal û CMI yê weha ragihand:
“Herêma Valonyayê şertên egera firotin, kirîna sîlihan û neqla wan bi hezir naynin cîh û li Erebistanê îhlalên mafên mirovan hene.”
Biryar tenha bo her dû şîrketane û karên şîrketan hilberîna alavên sanayiya parastinê ya Belçîka ne. Herêma Volonyayê bi giranî sîlihan difroşe Erebistanê û piştî kuştina rojnamevan Cemal Kaşıkçı bala medyayê hemû ketibû ser wan dewletên ku sîlihan difroşin Erebistanê an neqlîyatê bo wan dikin. Herêma Volonyaye îsal sê cara sîlihan firotiye Erebistanê.