Cîhan
Bendav roxiya û 100 kes wenda ne
PeyamaKurd- Li welatê Asyayê li Laosê barajeka avê (bendav) roxiya û ji 100 kesî ti agahî tine ye. Bendav li herêma Attapeu ya Laosê qewimî û santrala hîdroelektrîk bû.
Bo tehliyekirina mirovan gelek botên ser avê bo herêmê hatin şandin. Medya herêmê ragihand ku li dora 100 kes wenda ne. BBC xebera xwe li gor ajansa Laosê ragihand û got ku jimara morivên wenda ne diyare, gelek kes mirine û herî kêm 6 hezar û 600 kes bê xanî mane.