Benyamin Netenyahu ji bo peymana agirbesa bi Hîzbûllahê re li ser masê rûnist
PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu ji bo li ser agirbesa navbera Îsraîlê û Hîzbûllahê hevdîtin bike, bi şêwirmendê kevnare yê serokê DYAyê yê Joe Biden, bi Amos Hochstein û nûnerê Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîkayê yê konseya Ewlehiya Koşka Sipî bi Brett McGurk re civiya.
Netenyahu ragihand ku di peymanê de xala herî girîng ewe ku tehdîda ji bo Îsraîlê heye ji ortê rabe û kesên li bakûrê Îsraîlê dijiyan dagerin malên xwe. Serokwezîrtiya Îsraîlê li ser mijarê ragihand ku Netenyahu gotiye:
"Xala herî girîng ya di peymanê de ewe ku tehdîda ji Lubnanê ji bo Îsraîlê heye, ji ortê rabe û kesên li bakûrê Îsraîlê dijiyan dagerin malên xwe.”
Hochstein û McGurk, paşî bi wezîrê bergiriyê yê Îsraîlê bi Yoav Gallant û wezîrê karên stratejik yê Îsraîlê bi Ron Dermer civiyan. Her dû teref li ser peymana agirbesê ya navbera Îsraîl-Hîzbûllahê û dagerandina esîrên Îsraîlî yên li Xezayê axifîn.