Beqayî: Em bikevin mijara uranyumê pêşketin çênabe
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî, ji medyaya welatê xwe re axivî û bal kişand ser astengiyên li pêşiya proseyên dîplomatîk ên li gel Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA).
Beqayî destnîşan kir ku her daxwazeke ji bo radestkirina uranyuma dewlemendkirî ya astbilind ji bo Washingtonê bi temamî "nayê qebûlkirin" û prensîbên wan di vî warî de eşkere ne,
Navborî hişyarî da ku her çiqas hewldan hebin jî, eger ew li gel aliyê Amerîkî bikevin nav hûrguliyên dosyaya uranyuma meyandî ew nikarin bigihîjin ti encameke erênî û rê li ber çareseriyê nayê vekirin.
Berdevkê Wezareta Derve eşkere kir ku şandeya taybet a Qeterê ya ku di çarçoveya hevahengiya li gel rêveberiya Washingtonê de ji bo bidawîkirina şer li Tehranê ye, li gel Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî civîneke girîng encam daye.
Beqayî tekez kir ku rêveberiya Îslamabadê wekî navbeynkarê serekî yê vê proseyê dimîne.