Bernama nukleerî ya Erebistana Si’ûdî Amerîkayê xist endîseyê
PeyamaKurd- Senatorên Amerîkî nameyekî bo serokê Amerîkayê bo Trump şandin û tê de ragihandin ku ew ji tesîsên nukleerî yên ku li Erebistana Si’ûdî tên avakirin bi endîşe ne. Bo mijar rohnî bibe, heya 15 ê êlûnê ji Trump brîfîngekî xwestin.
Name ji aliyê 6 sanatorên Partiya Demokrat ya Amerîka de hat şandin. Di nameyê de dibêjin ku Erebistan bi dizî bernameya nukleerî dimeşîne. Di nameyê de weha tê gotin:
“Erebistan di şertên nebûna tedbîrên xurt yên navdewletî de, delîlên ku di medyayê de tên belavkirin ku Erebistan bernameya xwe ya nuklerî bilez dimeşîne de, em bi endîşe ne. Rêvebiriya Riyadê di xebatên nukleerî de zelal nîne. Bo armanca me ya hewlên kêmkirina çekan yên dinyayê û hedefên me yên Rojhilata Navîn, tehdîdekî ji dil e.”
Di nameyê de behsa dewlemendkirina ûranyûmê ji aliyê Erebistanê de ku alîkariyê ji Çînê distîne, xebera vê bûyerê berê The Wall Street Journal belavkiribû û behsa vê nûçeyê jî dikin. Çîn niha di dinyayê de raqibê Amerîka yê herî mezin an di rêza duyem de ye.