TR KU SO
FB X
Cîhan

Bernivîsa bo TikTok ji karmendên Hikûmeta Amerîka re bê qedexekirin hat pejirandin

Admin L
Nivîskar
📅 07 tebax 2020 13:09

PeyamaKurd – Civata Senatoran ya Amerîka di derbarê di TikTokê cîhazên hikûmetê de qedexe bikin bernivîsek amadekir û do dengdan li ser wê hat lidarxistin.


Herwiha bernivîsa bi pêşengîya Senatorê Komarî Josh Hawley hat amadekirin, roja Pêncşemê ket dengdanê û bernivîsa ku ji karmendên hikûmetê re daxistina TikTokê bo telefonê qedexe dike, hat pejirandin.

Temamê senatoran bo bernivîsê dengê ‘’erê’’ dan.

Josh Hawley piştî dengdanê got, ‘’TikTok bo ewlekarîya neteweyî rîskeke mezin e û cîhê wê di cîhazên hikûmetê de tuneye.’’

Ew bernivîs ger ji alîyê Civata Nûneran jî were pejirandin dê bo bibe qanûn here pêş Serok Donald Trump.

Serokê Amerîka 3ê Tebaxê biryar dabû ku TikTokê ya navenda wê li Çînê ye, li welatê xwe qedexe bike yan jî bi şerta dewrî kompaniyek Amerîkî, destûrê bide ku li Amerîka bimîne.

Parve bike: