TR KU SO
FB X
Cîhan

Berpirsê îstixbarata DAISê hat kustin

Admin H
Nivîskar
📅 03 tebax 2020 02:33

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku berpirsê îstixbarata rêxistina terorîst DAIŞê yê Xoresanê li wilayeta Nangarhar a Afganistanê hat kuştin.

Serokatiya Ewlehiya Netewî ya Afganistanê ragihand ku berpirsê îstixbarata DAIŞê yê Xoresanê Esadullah Orukzey di operasyonekê de hatiye kuştin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Orukzey yek ji kirdarê çalakiyên xwînî yên li Afganistanê bûye û dê operasyonên wan ên bi vî awayî li ser terorîstên DAIŞê berdewam bikin.

Meha Tebaxa sala borî di êrîşeke ser ahengeke zewacê li paytexta Afganistanê Kabûlê de, 63 kes hatibûn kuştin û 182 kes jî birîndar bûbûn ku DAIŞê berpirsiya wê êrîşê li xwe girtibû.

Parve bike: