TR KU SO
FB X
Cîhan

Berpirsê partiyeke Filîstînî û 3 kesên din di êrîsa Îsraîlê de hatin kustin

Admin H
Nivîskar
📅 13 gulan 2024 20:37

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê ya li taxa el-Sabra a başûrê Xezzeyê de, berpirsê buroya siyasî yê Eniya Demokratîk a Rizgariya Filîstînê  Talal Ebu Zerîfe hatiye kuştin.

Li gorî çavkaniyên Filîstînê, di êrîşê de mala Zerîfe hatiye hedefgirtin û di encamê de ji bilî wî herî kêm 3 kesên din jî hatine kuştin.

Rêxistina Filîstînî piştrast kiriye ku Ebu Zerîfe yê di berxwedana dijî Îsraîlê de li Xezeyê çalak bû ligel hevrêyê xwe Mehmûd Hemamî di wê êrîşê de hatine kuştin.

Parve bike: