TR KU SO
FB X
Cîhan

Berpirsê xwekujên DAISê hat girtin

Admin H
Nivîskar
📅 11 sibat 2021 00:42

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberekî rêxistina terorîst DAIŞê li bajarê Mûsilê hat girtin.

Fermandariya polîsê Nînowayê ragihand ku hêzên ewlehiyê terorîstê bi navê A.Ê.Ê yê bi nasnavê Ebu Ducane tê nas kirin hatiye desteserkirin.

Polîsê Nînowa daye xuyakirin ku Ebu Ducane rêveberê ketîbeyên xwekuj bû di dema desthilatdariya DAIŞê Mûsilê de (2014 – 2017) ku li navçeya Nehrewan a aliyê rastê Mûsilê hatiye girtin.

Parve bike: