TR KU SO
FB X
Cîhan

Berpirsekî pilebilind ê Îxwanê li girtîgeheke Misrê mir

Admin H
Nivîskar
📅 13 tebax 2020 21:47

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberekî payebilindê Tevgera Îxwan El Muslimînên cîhanê li girtîgeheke Misirê ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye.

Medya Misirê ragihandiye ku îro 13ê Tebaxê berpisê polîtburoya gruba Îxwan El Muslimînên Misirê Îsam El Uryan, bi krîza dil koça dawî kiriye.

Îsam El Uryan ji sala 2013an ve ji ber endambûna Tevgera Îxwan El Muslimîn hatibû girtin û li girtîgeha Terre ya nêzîkî Qahîrê dima.

Piştî ji kar dûrxistina serokomarê berê yê Misrê Mihemed Mursî ji sala 2013an ve ku yek ji rêveberên Îxwan El Muslimîn bû, wezîrê berevaniya wê demê yê Misrê Ebdulfetah Sîsî xwe wek serokomarê Misrê nasand û Îxwan El Muslimîn xist lîsteya terorê.

17ê Hezîrana 2019an Mihemed Mursî jî di dema dadgehkirinê li dadgeha tewanên Qahîrê de jiyana xwe ji dest dabû.

Parve bike: