Cîhan
Berpirsyariya wê êrisê DAISê li xwe girt!
PeyamaKurd – Rêxistina terorîst a DAIŞê berpirsyariya kuştina leşkerê amerîkî li Nînowayê li xwe girt.
Li gorî nûçeya qenala propogandayê ya DAIŞê Al Amaqê, hat ragihandin ku terorîstên DAIŞê li herêma Kenus a Nînowayê leşkerên amerîkî û Iraqê pêv çûne û di encama wê pevçûnê de leşkerekî amerîkî hatiye kuştin.
Di nûçeyê de hatiye îdiakirin ku leşkerekî din ê amerîkî jî birîndar bûye û hinek leşkerên îraqî jî canê xwe ji dest dane.
Hêjayî gotinê ye ku çend roj berê, Hevpeymaniya Navdewletî ragihandibû ku li Nînowayê leşkerekî amerîjî jiyana xwe ji dest daye.