Berteka Baerbock ji Talîbanê re: Gavek ber bi serdema kevir
PeyamaKurd – Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir, Talîbana ku 2 sal in li Afganîstanê desthilatdar e, hewl dide gelê Afgan bigihîne serdema kevir.
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock bandora Talîbanê ya li ser gelê Afgan rexne kir. Baerbock êvara Duşemê got: "Du salên desthilatdariya Talîban ji bo gelê Afganîstanê ji bo du salan paşde gav bû, gavek ber bi serdema kevir ve."
Wezîra Alman diyar kir, Talîbana ku beriya 2 salan li Afganîstanê rêveberiya Afganîstanê girt ser xwe, bi milyonan Afganî xiste bin xetera birçîbûnê û got, rêveberiya Îslamî ya radîkal azadiya jin û keçên Afgan gelekî bisînor kiriye.
Baerbock got, "Bi polîtîkayên xwe yên nemirovane, Talîban zorê dide wan (jin û keçan) ku xewn û pêşeroja xwe binax bikin." Baerbock her wiha diyar kir, bila berpirsyar nefikirin ku ev kiryar wê bê encam nemînin û da zanîn, "Em weke Yekîtiya Ewropayê kesên ku jin û keç ji dibistan, zanîngeh û parkan derxistine xistine lîsteya cezayên xwe."
Baerbock bal kişand ku Almanya gelê Afganîstanê bi tenê nahêle û ji nîvê sala 2021an vir va zêdetirî 1 milyar euro ji bo parastin û alîkariyên bilez ên însanî hatine terxankirin. Herwiha ji 30 hezarî zêdetir Afganî û li pey Talîbanê mafê penaberiyê girtine li Almanya.
Baerbock eşkere kir, ew ê di vê rewşê de piştgiriya xwe bidomînin û got, "Hîn gelek kes li benda derketina (Afganîstanê) ne. Ji bo ku ew jî bibin xwedî şensê jiyaneke ewle û azad, em ê xebatên xwe bidomînin."
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Federal, ji Gulana 2021an û vir ve nêzî 20 hezar alîgirên herêmî yên berê yên Afganî (personelên herêmî yên ji bo artêşa Alman û mîsyonên Alman ên li welat dixebitin) bi endamên malbatên xwe re hatine Almanyayê. Herwiha nêzî 10 hezar Afganên ku di xetereyê de bûn anîne Almanyayê. (Çavkanî: DW Tirkî)