TR KU SO
FB X
Cîhan

Beser Esed: Dê Amerîka we neparêze

Admin M
Nivîskar
📅 18 sibat 2019 00:49

PeyamaKurd- Hêzên rejîma Sûriyê di nav 24 sietan de li Idlibê li 13 noqteyên sîvîl da û herî kêm 10 sîvîl hatin kuştin ku di nava wan de zarok jî hene. Esed di civîna ku bi temsîlkarên xwe yên herêmî de kir de weha got:

“Em bo grûbên ku bi Amerîkayê bawerin dibêjin ku dê Amerîka nikaribe we biparêze. Perçekirina Sûriyê ne planeka nûye û ev plan derketiye derveyê sînorên Sûriyê û hemû herêmê daye ber xwe. Dê Amerîka bo guhertinan, we weka alavan bixe berîka xwe û dest bi vê kirin jî. Ji bilî dewleta we kes nikare we biparêze.”

Parve bike: