TR KU SO
FB X
Cîhan

Beser Esed: Me hemûyan kust

Admin M
Nivîskar
📅 27 tebax 2018 21:37

PeyamaKurd- Tora Mafê Mirovan ya Sûriyê (SNHR) ragihand ku serokê Sûriyê Esed ji sed hezaran kesên ku di destê wî de girtîne, ji wan 836 kesan kuştiye û malbata wan jê agahdar kiriye. Hem navên wan kesan şandiye îdara nûfûsa wan.

Tora Mafên Mirovan ya Sûriyê, ku ji sala 2011an û vir de şer destpêkiriye û heya niha di derbarê aqûbeta wan girtiyan de, rapora xwe belav kir. Ji meha gulanê û vir de, cenaze nehatine teslîmkirin û sedeam mirina wan nehatiye aşkerakirin. Ji kesên mirî 285 kes ji Şam û dora Şamê ne. 146 ji Hûmûsê, 141 kes ji Hasekiyê, 117 kes ji Hamayê,78 kes ji Derayê ne. 29 ji wan ji Îdlîbê ne, 23 kes ji Lazkiyê ne, 8 jê ji Helebê ne, 6 ji Dêrzorê ne û 3 kes ji Suweydane.

Di raporê de tê gotin ku piraniya wan bi îşkencê mirine û hinek ji wan hatine îdamkirin.

Parve bike: