TR KU SO
FB X
Cîhan

Bexda | Du helbestvanên ciwan can dan

Admin L
Nivîskar
📅 02 tîrmeh 2022 13:09

PeyamaKurd – Li bajarê Bexda yê paytexta Iraqê, 2 helbestvanên ciwan di encama qezayekê de can dest dan û kesekî din jî birîndar bû.

Li gor zanyariyan, do 01.07.2022yê Rêveberiya Giştî ya Hatûçûna Iraqê belav kir ku di bûyereke hatûçûnê ya ku otomobîlekî xwe li benda tenişta rêya tenişt çemê Dîcle daye û otomobîl ketiye nav çem û ji ber wê jî 2 ciwanan can dane û kesekî din jî birîndar bûye.

Hat zanîn ku ew du ciwanên ku can dane 2 helbestvanên Ereb ên bi navên Zeyd Sumerî û Elî Mehdî ne.

Parve bike: