Cîhan
Bexda | Komeke plana êrîsên mezin ên terorî ser sivîlan dikir hat girtin
PeyamaKurd – Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Bexdayê Ebdulwahab El-Sadî ragihand, komeke ku planeke mezin a êrîşên terorî li ser sivîlan dikir hat desteserkirin.
Hat diyarkirin ku wê koma terorî plan dikir, bazaran û cihên qelebalix armanc bike.
Sadî da zanîn ku ew koma terorî ji 3 kesan pêk dihat û di nav belemeke ser rûbarê de nêzîkî Bexdayê hatine girtin.
Herwiha hat eşkerekirin ku serokê komê li xwe mikur hatiye ku wan plana gelek êrîşan çêkiriye.
Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Bexdayê got, kesên hatine desteserkirin demeke dirêj e di bin şopandina hêzên ewlehiyê de bûn.
Herwiha piştî girtina wan kesan, Wezareta Navxwe ya Iraqê jî ragihand ku hêzên polîs li kolanên Bexdayê dest bi lêgerînan kirine.