Cîhan
Bexda: Li embareke çekan a Heşda Şeibî teqîn
PeyamaKurd - Şevê din dengê çend teqînên li pey hev li devera Doreyê ya bajarê Bexdayê hat bihîstin, ku ev teqîn ji embareke kûr a bin erdê ya Lîwaya Aşûrayê ya girêdayî Heşda Şeibî derketibûn.
Hat zanîn ku ev embar bi kûrahiya çend metreyan di bin erdê de hatibû çêkirin û hejmareke zêde ya çekên navîn û giran tê de bûn.
Ji ber dengê teqînên bihêz ên ku çend seetan dom kir, tirs û xof di nava niştecihên wê deverê de çêbû.
Hêzên ewlehiyê yên Iraqê li derdora cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê girtin, lê heta niha ti daxuyaniyeke fermî derbarê sedema teqînan û amarên zirarên canî an madî de nehatine dayîn.